Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmed Xûdêda: Sedema Girtina Yezda Dibe Pêşxeriya Rêxistinê Be ya Nêzîkirina Hêzên Kurdan


Ahmed Xûdêda cîgirê rêvebirê rêxistina Yezda ku şaxel li London heye ji Almaniya tevlî bernama pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû, Xûdêda pişrast dike ku şaxê rêxistina wan li Duhok hatiye girtin.

Xûdêda dibêje weke ji wan re hatiye gotin, hêzeke asayişê bê ku wan agihdar bike hatine biser Ofisê de girtine û dane zanîn ku ferman jibo wan hatiye rêxistina Yezda bihêt girtin û hemû projeyên wê yên xêrxwazî bên rawestandin.

Xûdêda dide zanîn ku, gomana wan ewe, sedema girtina rêxistina wan ji aliyê asayîşê ve, ew be, dema Yezda berî çend rojan dest bi pêşniyara nêzîkbûna hêzên Kurdî kir bû da ku, li herêma xwecihên wê civaka Êzidî şer der nekeve, weke Ahmed Xûdêda dibêje ew çûne ba hemî hêzên Kurdî, PDK, YNK, PKK û partiya Pêşvero ya Êzidiyan jî da ku wan nêzîkî hev bikin.

Xûdêda dîsan dide zanîn ku, Dîndar Zêbarî di raportekê de ku li mediya civakî belav bûye daye zanîn ku jiber ku Yezda destûrdana yasayî ya karkirinê nîne jiber vê sedemê Yezda hatiye girtin.

Lê A. Xûdêda dibêje ev demek dirêje wan proje û alîkarî dane xelkên pêdivî di kampan de, wan karekî dervey yasayê nekirîye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00

XS
SM
MD
LG