Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fazil Mîranî Derbarê Aloziyên Dihokê Dipeyive


Fazil Mîranî.
Fazil Mîranî.

Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê dibêje ku em hêşta Yekgirtû ya Îslamî xetabar nakin hemberî alozkariyên parêzgeha Dihokê, lê belê li benda encamên lêkolînê dimînin.

Di hevpeyvîneka taybet de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Fazil Mîranî rexnê arastê Yekgirtû ya Îslamî dike ku bêy belgeh û bilez PDK bi şewitandina ofîsên xwe xetabar kir.

Birêz Mîranî dibêje ku aloziyên vê dawiyê li navbera PDK û Yekgirtû ya Îslamî bi gefan nahêne çareserkirin û divê ku bi zimanê lihevhatinê serederî li gel wê pirsê bihête kirin.

Roja Înî, meyxane, cihên masajê û çend cihên din yên geştiyarî li parêzgeha Dihokê rastî êrîşan hatin. Piştî wan bûyeran, ofîsa partîya Yekgirtû ya Îslamî li parêzgeha Dihokê hate şewitandin.

Jibo guhdarîkirina dirêjiya hevpeyvîna peyamnêr Yehya Berincî bi birêz Mîranî re, lînka Guhdarî kirin li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG