Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WTO û YE, Biryara Rûsya ya Sekinandina Peymana Dexlûdan Rexne Dikin


Seroka Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê (WTO) Ngozi Okonjo-Iweala îro Duşemê dîyar kir ku rawestîna peymana dexlûdan ya Derya Reş ew xeyalşikestî kiriye.

Okonjo-Iweala got ku ew Peyman jibo parastina aramîya xwarinê krîtîk û girîng e.

‘’Ez bi vê rewşê xemgîn im ku rawestîna peyamanê, bandorê herî zêde li dewletên hejar û kesên xizan dike.’’

Iweala got ku divê ew dîsa jî ser nûkirina peymana dexlûdan geşbîn bin.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von Der ser rawestîna peymana dexlûdan dijî Rûsya bertek nîşan da.

Von der Leyen ji Twitterê got ku Rûsya bi rawestîna wê peymanê bi awayekî henekî tevgerîye.

Wê dîyar ku ewê Yekîtîya Ewrupa (YE) bi welatên feqîr re hevkarîya ser ewlekarîya xwarinê bidomîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG