Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Daxwaza Komîta Parlamena Yekêtiya Ewrupa Şermezar Dike


Alayê Yekêtiya Ewrupa û yê Tirkiyê

Tirkiyê roja Pêncşemê rexne li dengdana komîta Têkiliyên Derve ya Parlamena Yekêtiya Ewrupa girtin, ku daxwaz kir bû danûstendinên derbarê endametiya Tirkiyê ya Yekêtiya Ewrupa bidin rawestandin, Tirkiyê di daxûyaniyekê de dibêje ev yek "nayê qebûlkirin".

Roja Çarşemê komîta têkilitên derve ya parlamena Ewrupa daxwaz ji Komisyariya Yekêtiya Ewrupa û endamên Yekêtiyê kirbû ku bi şêweke fermî danûstendinên derbarê endambûna Tirkiyê di YE de, bidin rawestandin.

Komîtê dabû eşkerkirin ku Tirkiyê rêzê li mafên mirovan û azadiya civakê nagire û bandor li ser desthilata dadweriyê heye, herwiha rêzê li çareseriya nakokiyên herêmî yên weke Qûbris û bi cîranên din re nagire.

Hami Aksoy peyvdarê bi navê wezareta derve ya Tirkiyê di daxûyaniyekê de gotiye"qet nayê qebûlkirin, reşnivîsa nepêgir û ya şîretvanî danûstendinên bi me re yên derbarê endambûna Tirkiyê di Yekêtiya Ewrup re bide rawestandin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, roja Çarşemê Komîta têkiliyên derve ya parlamena YE pêşnîyazek xist bû dengdanê, di encam de, pêşniyaz bi 47 dengên erê û 7 dengên dij hatbû pejirandin.

XS
SM
MD
LG