Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: YE Hazirîyê Dike ku Dijî Belarûsê Toleyan Ragihîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) hazirîyê dike ku dijî Belarûsê toleyan ragihîne.

Reutersê ji zarê dîplomatên YE da zanîn ku Almanya, Lîtvanya, Letonya û Swêdê bang li dewletên yekîtîyê kirine ku jiber hilbijartinên Belarusê yên guman ketiye ser encamên wê û girtina xwepêşandaneran, dijî wê toleyên nû ragihînin.

Li gor heman jêderan, bi tenê Macarsitan dijî toleyan derketiye ku bo pejirandina wan temamê dengên 27 endaman pêwîst e.

Nûnerê Bilind yê Polîtîkaya Ewlekarîyê û Peywendîyên Derve yên YE’ê Josep Borrell di rojên borî de gotibû ku hilbijartinên Belarûsê ‘’ne adil û azad in’’ û dîyar kiribû ku ewê danûstandinên xwe yên bi wî welatî re jinûve binirxînin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Belarûsê dîyar kiribû ku Aleksandr Lukashenko, ku 26 sal in li desthilatê ye, 80 ji sedê dengan sitandiye û bi ser ketiye.

Li ser eşkerebûna encaman protesto destpê kiribûn ku di pevçûnan de heta niha 2 kes hatine kuştin û bi qasî 6000 kes jî hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG