Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya YE Peymana Brexitê Dipejirîne


Rêvebirîya Yekîtîya Ewrupa (YE) Peymana Brexitê pejirand.

Seroka Komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’ê Charles Michel, qanûna ser derketina Brîtanya ji YE’ê qebûl kirin.

Von der Leyen pejirandina Peymana Brexitê ji Twitterê ragihand.

Wê da zanîn ku wê û Charles Michel bo peyman li Parlamana Ewrupa pêşkeş bibe îmzayên pêwîst avêtine.

Civata Giştî ya YE’ê dê di 29’ê Çileyê de ser Peymana Brexitê bicive.

Piştî pejirandina li wir û qebûlkirina dîplomatên dewletên li YE’ê, Brîtanya dê bi awayekî fermî di 31’ê Çileyê de ji yekîtîyê derkeve.

Heta dawîya 2020’an London dê li gor biryarên Brukselê tevbigere.

XS
SM
MD
LG