Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û Brîtanya Dê Biryara Dawî ya Ser Brexitê Roja Yekşemê Ragihînin


Yekîtîya Ewrupa (YE) û Brîtanya ser peywendîyên xwe yên siberojê li hev nekirin.

Seroka Komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen piştî civîna bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re dîyar kir ku ewê roja Yekşemê ‘’biryara dawî’’ bidin.

Von der Leyen da zanîn ku di navbera wan û Brîtanya de ser Brexitê de ‘’fikrên ji hev pir cuda’’ hene.

‘’Me ser mijarên çareser nebûne hevdîtineke bi nîqaş û balkêş çêkir. Em cîhên hevdu fehm dikin, ji hev pir dûr in.’’ Von der Leyen li ser Twitterê nivîsî.

Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya jî ragihand ku fikrên her du alîyan ji hev dûr in û da zanîn ku hîn ne zelal e ku ewê çareser bibe yan nebe.

Brîtanya di 31’ê Çileyê de ji YE’ê bi awayekî fermî veqetîyabû, lê di peyvajoya derketinê de li gor hiqûqa YE’ê tevgerîyabû û ew di 31’ê Berfanbarê de dê dosyeya Brexitê bi temamî bigire.

Ger her du alî li hevdu nekin, Brîtanya dê ji YE’ê bê lihevkirin derkeve û bi wî awayî dê her du alî li gor rêzikên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê danûstandinê bikin

XS
SM
MD
LG