Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Heta Niha % 70 Ewrupî Dijî COVID-19 Hatine Vaksîn Kirin


Seroka Komîsyona Yekîtî Ewrupa Ursula von der Leyen îro Sêşemê ragihand ku ew giheştine armanca xwe ku heta dawîya havînê 70 ji sedê hemî kesên ji 18 salî mezintir dijî COVID-19 bi tevahî vaksîn bikin.

Von der Leyen di mesaja xwe ya ser Twitterê de şabûna xwe dîyar kir û ji kesên ku ew armanc pêk anî re, spasîya xwe pêşkêş kir.

“Lê, divê em hîn baştir bikin. Divê em hîn pirtir Ewrupîyan vaksîn bikin. Û divê am alîkarîya tevahîya cîhanê bikin ku ew jî werin vaksîn kirin. Emê bi domdarî hev piştgirî bidin şîrikên xwe,” Von der Leyen got.

Wê da zanîn ku Yekîtî Ewrupa piştgira herî mezin ya ji programa COVAX re ye, ku armanc dike vaksînan bide welatîn xizan.

XS
SM
MD
LG