Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê YE yê Danûstandinên Navokî li Firîngeha Frankfurtê Hat Desteser Kirin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêvebirê danûstandinên navokî yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Enrique Mora îro Înê li Firîngeha Frankfurtê bo demeke kin hatiye desteser kirin.

Reutersê dîyar kir ku polîsên Alman, Mora li ser rîya Brukselê desteser kiriye.

Mora di destê wî de pasaporta dîplomatîk ya Îspanya ji Tehranê ji serdaneke dîplomatîk vedigerî.

Wî dîyar kir ku ew bêyî ku ji wî re tiştek were gotin hatiye desteser kirin û da zanîn ku polîsên Alman dest danîne ser pasaport û telefonên wî.

Nûnerê Ewrupî piştî 20 deqîqeyan ji Twitterê ragihand ku ew hatiye berdan.

Li gor Peymana Vîyana, kesên pasaportên wan yên dîplomatîk hene di gerên xwe de serbest in û parêzbendîyê têne parastin.

Mora vê hefteyê bo vejandina peymana navokî ya bi Îranê re li Tehranê bû.

XS
SM
MD
LG