Çavdêrên hilbijartinê yên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên bo Venezuela roja Pêncşemê li wî welatî dest bi karên xwe kirin.
YE piştî 15 salan cara pêşî çavdêrên xwe şandin Venezuela.
Hilbijartinên herêmî yên Venezuela dê di 21’ê Mijdarê de li dar kevin. Ew hilbijartin jiber beşdarîya partîyên rikeberîyê girîng tê dîtin.
Partîyên rikeberîyê di 2018 û 2020’an de hilbijartinên parlamanê û yên serokomarîyê boykot kiribûn û dîyar kiribûn ku serokomarê welêt Nicolas Maduro bi rêkên ne rêwa bi ser dikeve.
Rêbera çavdêrên YE’ê, Isabel Santos li Karakas ya paytext ji rojnamevanan re got ku rikeberî dê beşdarî hilbijartinan bibe û ew dixwazin vê yekê ji herkesî bibihîsin.
Li gor karbidestên hilbijartinê, pirtir ji 3000 pozîsyon dê dîyar bibin ku di nav wan de meqamên walî û bajarvanan hene.
Heta niha 44 çavdêrên YE derbazî Venezuela bûne.
Santos da zanîn ku ew dê li 22 ji 23 eyaletên Venezuela bixebitin û dîyar kir ku jiber pandemîya vîrusa korona û dijwarîyên veguhestinê ew nikarin karmendê xwe bişînin eyaleta Amazonasê.
Wê got ku çavdêr dê du rojan piştî dengdanê raporekê biweşînin û da zanîn ku rapora berfireh jî dê heta du mehan hazir bibe.
Çavdêrên YE’ê dê heta 29’ê Mijdarê li Venezuela bimînin.