Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE, Îranê Ser Hêzên Wê yên li Sûrîyê û Ceribandina Muşekan Hişyar Dike


Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku Îran bi ceribandina muşekên balîstîk bo Konseya YE’ê ‘’bi awayekî cidî’’ fikaran çêdike û bang li Tehranê kir ku dawî li wan ceribandinên xwe bîne.

Dewletên YE’ê bi daxuyanîyeke hevbeş dan zanîn ku Îranê ceribandina muşekan ji berê zêdetir kirine, û bi wan ‘’bêîstiqrarîya li herêmê’’ zêdetir dike.

Tehran dîyar dike ku muşekên wan ne navokî ne û dibêje ku ew bi ti awayî biryarên YE’ê yên ser muşekên navokî binpê nakin.

Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re di sala 2018’an de vekişîyabû.

Di dewama daxuyanîyê de Îran, ser tevgerên wê yên li Sûrîyê jî hat rexne kirin.

Dewletên YE’ê dîyar kirin ku hêzên leşkerî yên Îranê yên li herêmê ‘’girjîyê gurtir dikin û fikarên kûr çêdikin’’

XS
SM
MD
LG