Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Hazirîya Sistkirina Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Dike


Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’ê Charles Michel dê roja Çarşemê dê planên nû yên ser tedbîrên bo vîrusa korona ragihînin.

Li ber e ku di planan de sistkirina tedbîrên bo vîrusa korona, jinûve geşbûna jîyana civakî û xurtkirina aborîyê hebin.

Wezîrên saxlemîyê yên dewletên YE’ê jî dê roja Çarşemê bi vîdeokonferansekê civînekê çêkin.

Vîrusa korona heta niha li Îtalya 21,067, li Îspanya 18,056 û li Fransa jî 15,748 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG