Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewrupî Ser Rewşa Mafên Mirovan Xemên Xwe Radigihînin Erdogan


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel îro Şêşemê bi serokkomarê Tirkîyê Tayyip Erdogan re li paytext Enqereyê civîneke bo 3 seatan pêk anîn.

Her du karbidestên payebilind yên Yekîtîya Ewrupayê (YE) piştî civînê hêvîya peywendîyan û hevdem wan ser rewşa mafên mirovan yên li Tirkîyê 'fikarên kûr' dîyar kirin .

Nîqaşên îro, dû vekişîna Tirkîyê ji Peymana Stenbolê û destpêkirina doza bo girtina HDP' ê, derket holê.

“ Serwerîya hiqûqê û rêzgirtina mafên bingehîn nirxên bingehîn yên YE'yê ne û me di vî warî de, fikarên xweyên kûr yên derbarê geşedanên dawîn yên li Tirkîyê, bi serok Erdogan re parve kirin, " Charles Michel got.

Hevdem, Ursula von der Leyen ragihand ku pirsgirêkên mafên mirovan jibo baştir peywendîyên navbera Tirkîyê û YE mijareke 'girîng' e jiber ku Enqere û Bruksel piştî gavên lihevhatinê yên ji hêla du alîyan di hefteyên borî de, germbûna peywendîyên çavêrê dike.

Von der Leyen da zanîn ku pirsgirêkên mafên mirovan nayên gotûbêj kirin, pêşanîyek wan ya bêguman heye û ew di vê yekê de pir zelal bûn.

"Ez jiber rastîya ku Tirkîyê ji Peymana Stenbolê vekişîya, pir xemgîn im. Ev, hemberî tundûtîjîyê bo parastina jinan û parastina zarokan ye û ev nîşaneke xelat ya eşkere ye, " wê got.

Ursula von der Leyen bi berdevamî wiha axifî:

"Divê Tirkîyê rêzê ber û standard û pîvanên mafên mirovan yên navneteweyî bigire, bi awayê ku wek endamekî damezrênerê Konseya Ewrupa soz daye."

Erdogan di preskonferansê ti axaftin nekir lê, ofîsa wî daxuyanîyeke

û helwesta Tirkîyê ya ku ji YE dixwaze bo piştgirîya rojevek erênî gavên berbiçav bavêje, piştrast kir.

"Armanca bingehîn ya Tirkîyê di pêyvajoya YE de, endamtîya tam e, " ofîsa wî got.



XS
SM
MD
LG