Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Sêdarekirina Navîd Afkarî Şermezar Kir


Navid Afkarî

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî îro Duşemê ser darvekirina guleşvanê Îranî Navîd Afkarî nerazîbûna xwe dîyar kir û got ku cezayê îdamê cezayekî zalimane û nemirovane ye.

Berdevkê berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell di daxuyanîyekê de ragihand ku ew di bin her şert û mercan de, dijî cezaya îdamê ne.

"Mafên Mirovan di peywendî ya me ya bi Îranê re mijareke taybet ya serekî ye. Emê, tevî nûnertîya herêmî ya Yekîtîya Ewrupa ya li Tehranê berdewam bikin ku bi karbidestên Îranê re li ser vê mijarê bisekinin.,"

Borrell herwiha got ku ewê girîngîyê bidin dozên wek îdamkirinên vê demên dawîyê jî.

Medyaya dewleta Îranê îdamkirina Afkarî, ku şampîyonê guleşa Greko-Romanê bû, roja Şemîyê ragihand.

Afkarî hatibû tawanbarkirin ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên di 2018'an de cerdaveneke ewlehîyê kuştiye.

Malbata Afkarî dîyar kir ku mehkûmkirina Afkarî girêdayî îtîrafa wî ya bin êşkence ye û wî paşê ev îfadeya xwe red kir, lê dadwerîya Îranê serlêdanên wî red kir.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî darvekirina Afkarî şermezar kir û got ku ew kiryar li gor pîvanên pir xirab yên vê rejîmê jî, êrîşeke bêexlaq ya hemberî rûmeta mirovan e.

XS
SM
MD
LG