Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Cemidandina Alîkarîya bo Polonyayê Daxwaz Dike


Dîmeneke ji Parlamentoya Ewrupayê ya li Strasbourg Fransa (Arşîv)
Dîmeneke ji Parlamentoya Ewrupayê ya li Strasbourg Fransa (Arşîv)

Komên sîyasî yên serekî yên li Parlamentoya Ewrupayê îro Sêşeme bo pîvanên dijî Polonyayê ji Komîsyona Ewrupayê re, nameyeke hevpar nivîsîn.

Ew daxwaz dikin ku bi mîlyaran euroyên bo alîkarîya Polonya were cemidandin, heya ku Warşova rêzê li serwerîya qanûnê û serwerîya qanûnên Yekîtîya Ewrupa (YE) bigire.

Di nameyê de tê gotin ku ji hikûmeta neteweperest ya Polonyayê neyê bawer kirin ku ewê berpirsîyên xwe ku bi diravên YE bi cîh bike.

"Em daxwaz dikin ku Komîsyon, wek parêzvana peymanan, erêkirina plana alîkarîya Polonyayê dûr bisekine, heya ku tevahîya şert û mercên rêziknameya başbûyîn û vegrandinê werin cîh kirin," nameyê got.

Name ji hêla Partîya Gel ya rastgir-navendî, sosyalîstên çepgir-navendî, lîberalên Renew Ewrupa, komên Kesk û ya Çepa Yekbûyî ve hatîye îmza kirin.

Ev penc kom ji sê çar parên parlementerên Parlementoya Ewrûpayê zêdetir in.

Komên ku îmza nekirin komên rastgir yên tund û yên dijî Yekitîya Ewrupa (YE) bûn.

Ji dema ku partîya dijî Ewrupa PiS ya Polonya di 2015'an de desthilatdarî girt, Warşova bi YE jiber guhertinên ku di sîstema wê ya qanûnî de hatine kirin di nava alozîyan de ye.

Sazîyên YE dibêjin ku ev guhertinana serxwebûna dadgehan binpê dike û pirsgirêk e.

Komîsyona Ewrupa dijî Polonyayê doz vekir û li dadgehên Ewrupî de biryar girt.

Lê, Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Polonya ku niha bi temamî ji alîyê erkdarkirinên partîya desthilatdar ve serdest e, biryar da ku qanûnên Polonyayê, li ser qanûnên YE ne.

Karbidestên Yekîtîya Ewrupa dibêjin ku ev yek bingehên qanûnî yên YE têk dide.

Jiber van sedeman 23,9 mîlyar euro alîkarî û 12.1 mîlyar kredîyên erzan yên ji fona başbûnê ya YE, bo piştvanîya aborîya Polonyayê di xeterîyê de ye.

Lê, jibo ku Polonya drav bidest bixe divê çend pîvanên sereke bi cîh bîne, di nav de rêzgirtina serwerîya qanûnê jî.

Nameya Parlamentoya Ewrupa dê zexteke sîyasî ya zêde li ser Komîsyonê bike û heya ku Polonya pirsgirêkan çareser bike, nehêle dirav were dayîn.

XS
SM
MD
LG