Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Erkdarkirina Qeyûman Bertek Nîşan Da


Berdevika Nûnerîya Sîyaseta Derve û Ewlekarî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Maja Kocijancic bi daxuyanîyek nivîskî ser jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê bertek nîşan da.

Kocijancic di daxuyanîyê de dîyar kir ku jikardûrxistina bajarvanan fikaran çêdike.

‘’Jikardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê, Selçuk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan, jiber ku gumanê ser rêzdarîya bo encamên demokratîk yên 31’ê Adarê çêdike, fikarên kûr pêk tîne’’ Kocijancic got.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku erkdarkirina qeyûman zararê dide demokrasîya herêmî.

Berdevika YE’ê da zanîn ku divê li Tirkîyê bo aştîyê demûdest peyvajoyeke sîyasî ya nû destpê bike.

XS
SM
MD
LG