Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Rûsya û Çîn li Dij Helwesta Navnetewî Ya Derbarê Myanmar Radiwestin


Berpirsê Peywendîyên Derve yên YE Josep Borrell

Dîplomatê payebilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Yekşemê dîyar kir ku Rûsya û Çîn bertekên navneteweyî yên yekgirtî yên dijî darbeya leşkerî ya Myanmar asteng dikin û heke welat vegere demokrasîyê, YE dikare bêtir derfetên aborî pêşkêş bike.

Berpirsê Peywendîyên Derve yên YE Josep Borrell di nivîseke ser bloga înternetê de ragihand ku ne surprîz e ku Rûsya û Çîn hewildanên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî asteng dikin, jibo nimûne astengkirina ambargoya çekan.

"Pêşbazîya jeopolîtîkî ya li Myanmar dê dîtina bingehên hevpar pir dijwar bike, Lê karê me ye ku em hewl bidin, ” Borrell, got.

Borrell, ku li ser navê 27 welatên endamên EU diaxive, got ku Cîhan, dema ku artêş şîdetê dijî mirovên xwe bikar tîne, bi xof temaşe dike.

Li gor pêzanînên koma aktîvîst ya bi navê Komeleya Alîkariya jibo Girtiyên Siyasî (AAPP), ji destpêkirina darbeya li Myanmar heya niha, hezên ewlehîyê zêdetirê 700 xwepêşenderên bêçek kuştine, ku di nav de 46 zarok jî hene.

Çîn û Rûsya wek dabînkerên çekên herî mezin yên Myanmar bi hêzên çekdar yên welat re peywendîyên wan hene.

Civata Ewlekarî ya NY, hefteya borî banga serbestberdana Suu Kyi û kesên din kir ku ji alîyê artêşê ve hatine desteser kirin lê, derbeya leşkerî şermezar nekir.

YE xwe amade dike da ku dijî kes û kompanîyên artêşa Myanmar toleyên nû ragihîne.

Her wiha, YE di Adarê de dijî 11 kesên ku bi derbeyê re têkildar in, di nav de serfermandarê giştî yê artêşê, rê jî hebû, cara yekê tole ragihandibû.

Borrell got ku heke demokrasî jinûve were saz kirin YE dikare pêşnîyar bike ku peywendîyên xwe yên aborî bi Myanmar re zêde bike.

" Ew dikare bo pêşketina domdar ya welat bêtir di qadên bazirganî û veberhênan de bin, " Borell got.

XS
SM
MD
LG