Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona YE Dixwaze Sînordarkirinên Rêwîtîyê Sist Bike


Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) ser sistkirina sînordarkirinên rêwîtîyê bernivîsek hazir kir.

Bi bernivîsa nû, rê li ber kesên vaksîn li xwe dane vedibe ku ew bê test û karantîna ji welatekî YE’ê herin welatekî din yê yekîtîyê.

Welatên YE’ê di serê Gulanê de bo sertîfîkayên COVID-19 li hev kiribûn.

Di sertîfîkayê de agahîyên ser karanîna vaksînê, rewişa saxlemîyê ya piştî nexweşîyê û encama testê dê cîh bigirin.

Bi bernivîsa Komîsyona YE’ê tê xwestin ku kesên heta 14 rojan berî rêwîtîyê her du dozên vaksînê li xwe dane, bê test û karantîna tevbigerin.

Li welatên YE’ê heta niha bi qasî nîvê welatîyan doza pêşî ya vaksînê li xwe dane.

Di bernivîsê de bo kesên bi vîrusa korona ketine û rind bûne jî tê xwestin ku ew bi qasî 180 rojan neyên sînordarkirin.

Komîsyona YE’ê bi bernivîsê dixwaze ku li cîhên pêketina vîrusa korona jinûve zêde dibe sistkirin werin rakirin û berpirsîyên rêwîyan werin berfireh kirin.

XS
SM
MD
LG