Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini: YE Hizra Danana Toleyên Aborî Hember Rûsya Nake


Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini dibêje, YE jiber kiryarên Rûsya li Sûrîyê, hizra danana toleyên aborî li ser Moskowê nake.

Mogherini îro Duşemê li Luksemburg ji rojnamevanan re got ku ti dewletên endam pêşnîyara danana toleyên aborî nekiriye.

Mogherini got, gotûbêj di navbera wan hene ku Yekîtîya Ewrupa cezayên nû li ser rejîma Serokê Sûrî Beşar Esad dane û hêzên xwedîyê bandor rola xwe bilîzin ku çareserîyek ji kêşeya Sûrî rê bêne dîtin.

Şîroveyên Mogherini rojeke piştî daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry hatin ku bi rewşa li Sûrîyê peywendîdar behsa toleyên aborî kiribû û kiryarên Rûsan li wî welatî bi tundî rexne kiribû.

Rewşa Sûrîyê mijara danûstandinên Kerry yên vê dawîyê bû ku ligel hevtayê xwe yê Brîtanî Boris Johnson û yê Rûsî Sergei Lavrov bû.

Kerry roja Yekşemê gotibû ku ew jiber rûxandin û malwêranîya li Helebê gelek di xemê da ne.

XS
SM
MD
LG