Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrup Biryara Dirêjkirina Toleyên Aborî yên Dijî Rûsya Dide


Rêberên Yekîtîya Ewrupa do Pêncşemê li Brukselê civîyan û li dijî Rûsya biryara berdewamkirina toleyên aborî girtin ku jiber mudaxaleyên Rûsya li Ukrayna û Sûrîyê hatibû dayîn.

Serokên YE got ku ev tole dê 6 mehên din werin dirêjkirin. Almanya û Fransa bi dirêjkirina dema toleyê kêfxweş bûn, lê Îtalya û Slovakya dîyar kir ku bi dirêjkirina dema toleyê dê bazirganên wan mîlyaran Euro zirar bikin.

Rêberên YE di hilcivîna ku rojekê dewam kir de, li ser mudaxelaya Rûsya ya li ser axa Sûrîyê jî sekinîn. Biryara fermî ya toleyên aborî dê rojên pêş de were ragihandin.

Piştî şerê Rûsya û Ukrayna jibo agirtbestê Protokola Minsk hatibû îmza kirin. Serokên YE dîyar kirin kir ku Rûsya şertên vê protokolê cîh neanîne û jiber vê jî dema toleyên aborî hatiye dirêj kirin.

Li herêma Donbas ya Ukrayna, piştî ku di meha Adara 2014an de Rûsya ketibû Qirimê, şer destpê kiribû û civaka navnetewî jiber vî şerî Moskow şermezar kiribû. Rojeke piştî referanduma Qirimê, YE, Kanada û Amerîka biryara danana toleyên aborî li dijî Rûsya dabûn.

XS
SM
MD
LG