Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Rûsya bi Ragihandina Seferberlîgî Raber Dike ku Ketiye Rewşeke Dijwar


Peter Stano
Peter Stano

Yekîtîya Ewrupa (YE) dide zanîn ku Rûsya bi ragihandina seferberlîga qismî nîşan dide ku ew ketiye rewşeke dijwar.

Berdevkê Sîyaseta Derve ya YE’ê Peter Stano da zanîn ku Rûsya bê çare maye û tenê dixwaze girjîyê zêdetir bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê seferberlîg ragihand ku ew ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve seferberlîga pêşî ye.

‘’Ew biryar nîşan dide ku Putin guh nade aştîyê û ew bala xwe dide ser gurkirina êrîşkarîyê,’’ Stano got.

Stano dîyar kir ku Putin dixwaze şerê xwe yê hilweşîner bidomîne ku encamên wê bo cîhanê xerab in.

Şerê Rûsya û Ukraynayê di dawîya Sibatê re destpê kir. Welatên Rojava li hember Rûsya piştgirîya Ukrayna dikin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG