Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Hazirîya Konferanseke Ser Sûrîyê Dike


Federica Mogherini
Federica Mogherini

Berpirsê Polîtîkayên Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini da zanîn ku ewê di mehên biharê de konferanseke li ser paşeroja Sûrîyê li dar xînin.

Mogherini dîyar kir ku ew hewl didin ku konferans di meha Nîsan'ê de pêk were û ewê jibo destpêka jinûveavakarina Sûrîyê û aştîya civaka navneteweyî bibe fersendek.

Di konferansa de ku li Bruksel'ê li dar keve, herwiha gotûbêk werine kirin ku çima civaka navnetewî soza alîkarîya jibo Sûrîyê bi cîh neanîye.

Ji alîyê din ve, YE da zanîn ku ew li dijî nêrîna serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump in ku di dema kempeyna hilbijartinê de soz dabû ku ku balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê ji Tel-Avîv’ê bibe Orşelîm, Quds’ê.

Wezîrên Karên Derve yên YE, piştî civîna li Bruksel'ê dîyar kir ku tiştekî wiha dê li civaka Ereban de bibe sedema nerazîbûn û nîqaşan.

XS
SM
MD
LG