Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên YE Seredana Tirkîyê Didomînin


Ursula von der Leyen û Charles Michel û Erdogan (Arşîv)

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel îro Şêşemê bo ku rewşa peywendîyên bi Tirkîyê re binirxîne, serdana Tirkîyê dikin.

Şandeya Yekîtîya Ewrupa (YE), bi serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re li paytext Enqereyê civyan.

Charles Michel berîya civîna bi Erdogan re li ser Twitter peyamek ragihand.

"Li Enqereyê, bi Vvon der Leyen re amade ne ku bi Erdogan re dest bi nîqaşa ser pêşeroja peywendîyên YE û Tirkîyê bikin. Jibo avakirina rojeveke avaker pêdivî ye ku alozîyên heyî werin kêm kirin," Michel got.

Piştî civînê, preskonferanseke hevpar hate darxistin.

Michel bang li Tirkîyê kir da ku bo çareserîya pirsgirêkên bi Yunanistan û Qibrisê re, yên ser mafên gazê yên li Deryaya Sipî, xebata xwe bidomîne.

Alozîya navbera Tirkîyê û endamên YE, Yunanistan û Qibrisê ya derbarê serverîya mafên qadên deryayî havîna borî zêde bûbû.

Yekîtîya Ewrupa piştvanîya Atînayê dike, lê Enqere jî YE'yê bi alîgirtinê tawanbar dike û dibêje ku YE sozên xwe yên di çarçoveya peymana koçberan ya 2016'an de, bi cîh nayîne.

Seredana karbidestên herî payebilind yên Bloka Ewrupa, piştî hilcivîna YE ya meha borî pêk tê.

YE gotibû ku dibe ku bi Tirkîyê ser têkilîyên kûr yên bazirganî û bo penaberên li welat zêdetir dirav were peyda kirin, xebat wê destpê bike.

Hin rêberên Ewrupî fikarên xwe tînin ziman ku ew di qada mafên mirovan de pêşveçûn ji alîyê Tirkîyê nabînin.

Lê, YE ji vekişîna keştîyên Enqereyê ya ji avên bi pirsgirêk yên li Derya Sipî û jiber destpêkirina danûstandinên bi Yunanistanê re, kêfxweşîya xwe dîyar kir.

Ji alîyê din YE meha borî, mîna ku Enqerêyê daxwaz dikir, jibo nûvekirina Yekîtîya Gumrikê derî vekir.

Ev gav dê berbijara YE Tirkîyê têke nav bazara navxweyî ya bazirganî ya YE ku herî mezin ya cîhanê ye û rê bide kirîn-firotina mal û xizmetên bêsînor.

Hevdem, YE di hilcivîna meha borî de hişyarî da Enqereyê ku ger di avên bi Derya Sipî de jinûve dest bi lêgerîna enerjîyê bike, dibe ku toleyan ragihîne.

YE herwiha di derbarê tomarên mafên mirovan yên Tirkîyê nerazîbûnên xwe dîyar dike.



XS
SM
MD
LG