Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von Der Leyen Piştî Serdana Tirkîyê Soza Xurtkirina Mafên Jinan Dide


Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen roja Duşemê li Parlemontaya Ewrupa di derbarê serdana xwe ya Enqerê ya paytexta Tirkîyê de, axîfî.

Ursula von der Leyen ku seroka yekê ya YE ye, soz da ku ewê jibo mafên jinan tekoşîn bike ku di civîna bi Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan re de, ji re kursîyeke wekhev nehatibû dayîn ku rûne.

Di axaftina ji Parlamentoya Ewrupa de, Seroka Komîsyonê ya bi rengekî hêrs bahsa serdana 6'ê Nîsanê kir.

Wê got ku beşa ku Erdogan û Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel di kursîyên amade de rûniştûn - ew hat şandînê sofayek di gel wan - ji sîyasetvanên jin re bêrûmetî nîşan da.

"Ez nikarim sedemeke jibo şêwaza ku ez rûbirû mam bibînim. Jiber vê yekê ez hatim vê encamê ku ew jiber ku ez jin im, pêk hat, " von der Leyen got.

Hevdem, wê pirsî ka gelo heman tişt pêk bihata heke ew mêr bûya.

Dîmenên vîdyoyê yên di 6'ê Nîsanê yên di serdana Enqereyê de nîşan didin ku von der Leyen, dema ku Erdogan û Michel ser du kursiyên amade rûniştinin, û von der Leyen ser sofayek tê rûniştandin, bi zelalî matmayî dimîne.

"Min xwe êşandî, û wek jin û wekî Ewrupîyekî tenê hîs kir," von der Leyen got.

Gelek sîyasetvanên YE, Charles Michel jiber ku li ser navê von der Leyen li Enqereyê bertek nîşan neda, bi tundî rexne kirin.

Von der Leyen bi berdewamî ji qanûndanêrên YE're wiha got:

"Ez serokê Komîsyona Ewrupî me, û dema ku ez çûm serdana Tirkîyê min hêvî dikir ku ez bi vî rengî werim pêşwazî kirin, lê wiha nebû .

Ev nîşan dide ku divê em hîn çiqas pêş ve herin heya ku jin wekhev werin destgirtin - her dem û her der. "

Michel dîsa poşmanîya xwe li ser rewşê anî ziman, ku wî got ku wî fam kir gelek jin aciz kirin.

Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel jî di axaftina xwe ya di parlementoyê de, carek din li ser rewşê poşmanîya xwe anî ziman û got ku wî fam kiriye ke wî gelek jin aciz kiriye.

Hevdem, Michel ji parlamenteran re got ku pêywendîyên kûrtir yên aborî bi Tirkîyê re ji ber xirabbûna maf û azadîyên bingehîn yên li welêt, tevî yên jinan, dijwar e.




Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG