Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Peymana Penaberan Navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê Ye


Reuters ji zarê berdevkekî hikûmeta Almanî ragihand ku Almanya ji Tirkîyê hêvî dike ku peymana ligel Yekîtîya Ewrupa ya ser penaberan bi cîh bîne, tevî ku serokezîrê ku ew rêkeftin îmza kir biryara karberdana xwe da.

Piştî ku Ahmet Davutoglu do Pêncşemê ragihandibû ku ew dest jî serokwezîrîyê berdide, pirs û fikarên ser peymana astengkirina penaberan ya ligel Yekîtîya Ewrupa zêde bûbûn.

Cîgirê berdevkê hikûmeta Almanî Georg Streiter got, Merkel ligel Davutoglu û hemî karbidestên Tirk baş kar dike û em bendewar in ku ev hevkarîya baş û avaker bi hatina serokwezîrê nû bidom," cîgirê berdevkê hikûmeta Almanî Georg Streiter got.

"Em sozên xwe bi cîh tînin û ji Tirkîyê jî hêvî dikin ku heman rengî bike. Peymana heyî ne di navbera Yekîtîya Ewrupa û birêz Davutoglu ye, lê di navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê de ye," Streiter di presskonferansa rojane de got.

XS
SM
MD
LG