Seroktîya Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Pêncşemê ragihand ku endamên bloka Rojavayî ser ragihandina toleyên nû yên dijî Îranê hevbîr bûne.
YE da zanîn welatên endam biryar dane ku bi sedema peydakirina dronan ji Rûsya re, toleyên nû yên dijî Îranê werin ragihandin.
"Balyozên YE ser pîvanên dijî sazîyên ku dronên Îranê bo êrîşkirina Ukrayna didin, li hev kirine."
Seroktîya YE da zanîn ku di vê çarçovê de hebûnên sê kesan û yek sazîyekî hatine cemidandin, yên ku berpirsên radestkirina dronên Tehranê bo Moskowê ne.
YE, bi berdewamî dîyar ku ew amade ne ku toleyên ser çar sazîyên din yên Îranî dirêj bikin, yên ku berê di lîsteya toleyan de cîh digirin.
Karbidestên Kîevê û îstixbaratên Rojava dibêjin Rûsya dronên Îranê yên Şehahîd-136 (UAV) dixebitîne ku binasazîya sivîl ya Ukrayna têk bibe, lê Moskow û Tehran wan îdiayan red dikin.