Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Gefan, YE Dibêje Divê Tirkîyê Hemî Şertan Cîh Bîne


Serokê Komîsyona Ewrupî Jean-Claude Juncker

Serokê Komîsyona Ewrupî Jean-Claude Juncker îro Sêşemê got, berî ku Yekîtîya Ewrupa (YE) rêwîtîya bê vîza ji Tirkîyê re veke, divê Enqere hemî şertên pêş wê cîh bîn bîne.

Juncker got, piştî rêkeftinê ku di 18ê Adarê de aktîf bûbû, hejmara bkesên ku bi rêka deryayê hatine Ewrupa gelek kêmtir bûye.

Lê, wî got ku ewê prosesa rêwîtîya bê vîza ligel Tirkîyê hêsantir yan lêztir nakin.

"Serbestîya vîza mijareke krîter e û nabe ew pîvan jibo Tirkîyê bê piştguh kirin."

Şîroveyên Juncker rojeke piştî daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu tên ku YE hişyarî kiribû.

Davutoglu gotibû ku eger YE serbestîya rêwîtîya bê vîza erê neke, hîngê ewê bi rêkeftina penaberan ya ligel YE pêbend nabin.

“Ez nafikrim ku pirsgireyek hebe, lê divê bi bîr bînim ku rêkeftina heyî dualîye û nabe ku em erka xwe cîh bînin, lê Ewrupa berpirsîyên xwe piştguh bike.”

XS
SM
MD
LG