Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dibêje Tirkîyê di Warê Rêwîtîya Bê Vîza de Pêşdeçûn Nekirine


Yekîtîya Ewrupa dibêje ku Tirkîyê heta niha ti pêşveçûn nekirine ku mercên peymana rêwîtîya bê vîza pêk bîne.

Komîsyona Ewrupa îro Pêncşemê bi bîr xist ku hîn heft xal mane ku divê Tirkîye bi cîh bîne ku ew jî heman xal in ku di raporta meha Îlonê de hatibûn dîyar kirin.

Tirkîyê daxwaza rêwîtîya bê vîza di nav vê salê de kiribû û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gefan li Ewrupa kiribû ku ewê derîyê sînor veke û bihêle penaber ber bi Ewrupa ve biherikin, eger ku Yekîtîya Ewrupa soze xwe bi cîh neyne.

Komîsyona Ewrupî pêgir e ku divê Tirkîye rêze li şertên peymana heyî bigire ku her du alî li hev kiribûn.

Yek ji wan xalên kêşebar ev e ku Enqere qanûnên xwe yên terorîzmê biguhere da ku rojnamevan û hevrikên Erdogan bê sedem neyên zindan kirin.

XS
SM
MD
LG