Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Yekîtîya Ewrupa û Tirkîye Ser Plana Penaberan Giheştin Rêkeftinekê


Ajansa AFP ji zarê serokwezîrê Fînlandî radigihîne ku rêberên Yekîtîya Ewrupî li ser plana kêşeya penaberan berî demeke kin bi Tirkîyê re giheştin rêkeftinekê.

"Plana penaberan ya bi Tirkêyê re hate erê kirin," Serokwezîrê Fînlandî Juha Sipila di hesaba xw eya Twitterê de got.

Karbidestekî din yê Yekîtîya Ewrupî jî piûtrast kir ku 28 rêberên yekîtî vê gave bi serokwezîrê Tirkîyê Davutoglu re di civînê dene.

Hêjayî balkişandinê ye, rêxistinên mafên mirovan ew plan bi tundî rexne dikin ku beramber zivirandina penaberan, Yekîtîya Ewrupa jî mafê rêwîtîya bê vîze ya ji herêma Schengen re bide Tirkîyê û prosesa endamtîya Enqerê zûtir bike.

XS
SM
MD
LG