Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Toleyên Dijî Rûsya Şeş Mehên Din Dirêj Dike


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk û Serokê Ukrayna Petro Poroshenko
Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk û Serokê Ukrayna Petro Poroshenko

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Pêncşemê ragihand ku wê toleyên dijî Rûsya seş mehên din dirêj kir.

YE dide zanîn ku Rûsya bêaramîya li Ukrayna mezintir dike û jiber wê wan biryareke wisa daye

Konseya YE’ê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir toleyên dijî Rûsya heta 15’ê Adara 2020’an hatine dirêj kirin.

Bi toleyan hejmara kompanîyên hebûnên wan hatine cemidandin rabû 44’an û hejmara kesên li ser wan qedexeya rêwîtîyê heye jî rabû 170’î.

Jiber toleyên YE’ê 28 dewlet nikarin çekan bifiroşin Rûsya û Rûsya nikare hin teknolojîyên bo petrolê ji welatên YE’ê bistîne.

Rûsya di Adara 2014’an de Qirim dagir kiribû û piştî bûyerên li rojhilata Ukrayna, YE, Amerîka û hin welatên din dijî Rûsya toleyên aborî ragihandibûn.

YE’ê cara pêşî di 2014’an de dijî Rûsya tole ragihandibû.

XS
SM
MD
LG