Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dê ji Welatên Xizan re 200 Mîlyon Dozên Din yên Vaksînê Bişîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) dê ji welatên xizan re 200 mîlyon dozên din yên vaksîna vîrusa korona xwe bişîne û valahîyên di bernameya xwe ya vaksînkirinê de bigire.

Ursula von der Leyen li Parlamana Ewrupa ya li Strasbourgê dîyar kir ku gava ew li rêjeya karanîna vaksînê ya cîhanê dinêrin ew dibînin ku rêjeya welatên xizan 1 ji sedê kêmtir ê û got ku ewê jiber vê lezê bidin vaksînkirina cîhanî.

Von der Leyen da zanîn ku Komîsyona Ewrupa dê heta nîvê sala pêş ji welatên xizan re 200 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona bişîne.

Wê dîyar kir ku gava ew li rêjeya karanîna vaksînê ya welatên yekîtîyê dinêrin ferqeke fikaran çêdike heye û da zanîn ku yekîtîyê 1,8 mîlyon dozên din yên vaksînê sitandine.

Von der Leyen da zanîn ku bo pandemîya vîrusa korona nebe pandemîya kesên vaksîn li xwe nexistine çi ji dest wan were divê ew bikin.

Wê pêşnîyaz kir ku YE heta 2027’an dijî gefên nexweşîyê 50 mîlyar dolar (59,1 mîlyar dolar) vqetîne.

XS
SM
MD
LG