Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Pilana Trump ya Aştiya Rojhilata Navîn Red Dike


Josep Borrell

Roja Sêşemê Yekîtiya Ewrupa ji Bruksel da zanîn ku ew dê pêşnuma û pilana Amerîka ya têkildarî aştiya Rojhilata Navîn qebûl nekin.

Josep Borrell, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa da zanîn ku ew hin beşên pilana aştiya li Rojhilata Navîn ya di navbera Îsraîl û Filistînê da, ku Amerîka pêşengiya wê pilanê dike red dikin ya ku dihêle Îsraîl wargehên li kenara Rojava ji bo xwe bihêle".

Josep Borrell dibêje, pêşniyarên serok Trump li dijî hemû "Xalbendên ku civaka navnetewî li ser wan lihev kirine".

Hikûmetên Yekîtîya Ewrupa zelal dikin ku ew wargehên Îsraîlê li ser erdê Filistînîyan ava kirine red dikin, erdê ku di şerê 1967ê da ji Filistîyan hatbû standin, di nav da, Kenara Rojava, Qudisa Rojhilat û Girên Golanê, Borrell jî îro tekez li ser vê xalê kir.

Daxûyaniya Yekîtîya Ewrupa dide zanîn ku "Nabe pêngav ber bi dest danîna ser erd bên avêtin, eger pêkhat ev dê bê nakokî nebe".

Yekîtîya Ewrupa bi tundî pilana Trump red dike, berovajî geşbînîya di dema ragihandina pilanê de li meha bûrî.

Serok Hikûmeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema ragihandinê de gelek pesina pilanê dabû, lê aerokê destilihata Filistînê Mehmûd Abas û piraniya welatên Arabî û Cîhanî plana Trump ya aştiya Rojhilata Navîn rexne dikin, Abas got, ewê bi ti awayî wê projeya Trump qebûl nekin, Filistînî dibêjin, Trump raste rast alîgirîya Îsraîlê kirîye.

Yekîtîya Ewrupa, ya ji 27 welatan pêkhatî, bawerîya wan bi çareserîya naskirina herdu dewletan heye ku Îsraîle, û Filistîn jî li dawiyê dewletek serbixwe, demokrat, pêkve girêdayî û bikare jiyan bike."

Josep Borrell, dide zanîn ku "ji bo aştîyek adîlane û mayînde, pêwîste herdu alî raste rast li gel hev rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin".

Di nava 27 welatên Yekîtîya Ewrupa da, hin welat, Filistînê weke dewletek serbixwe nas dikin, herçend piranîyan wan bawerî heye ku divê hemû pirsên girêdayî aştiya Rojhilata Navîn bi danûstendin û diyalogê bihên çareser kirin.

XS
SM
MD
LG