Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa jibo Sûrîyê Planên Nû Eşkere Dike


Berpirsa Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini, plana yekîtîyê ya jibo rawestandina şerê li Sûrîyê eşkere kir.

Mogherini da zanîn ku di nav planê de ne tenê çareserîyên siyasî, lê piştî aştîyekê, tiştên ku YE jibo jinûve sazkirina Sûrîyê dikare bike jî hatine nivîsîn.

Ji nav sazîyan heta niha herî zêde YE piştgirîya aborî daye Sûrîyê ku ji 2011'an vir ve wê 9,4 mîlyar Euro şandine wî welatî.

Mogherini di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrupa dîyar kir ku di serî de welatên ku cîranê Sûrîye ne, gelek dewlet dê beşdarî xebatên jinûve sazkirinê bibin û ew jî wek yekîtî dê alîkarîya wan bikin.

Mogherini herwiha got ku di 5'ê Nîsanê de ewê li Brukselê konferanseke ku nav ''Piştgirîya jibo Siberoja Sûrîyê û Herêmê'' ye li dar keve. Mazubanên konferansê tevî YE, dê Almanya, Kuveyt, Norwec, Brîtanya û Qatar bin.

XS
SM
MD
LG