Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ereb dê Planeke Nû Pêşkêşî Civata Ewlehîyê Bike


Serokê Yekîtîya Ereb Nebîl Elarabî û Serokwezîrê Qatarê Hamad Bîn Casim El Thanî plana nû radigihînin.

Serokê Yekîtîya Ereb Nebîl Elarabî dibêje, ew û serokwezîrê Qatarê wê planake Erebî ya hevbeş li ser Sûrîyê roja Duşemê pêşkêşî Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.

Di axaftina xwe ya li Qahireyê de, birêz Elarabî got, ew û rêberê Qatarî dê ji Civata Ewlehîyê daxwaz bikin ku piştgirî bide planê. El Arabî got, plana wan bang li Serokê Sûrî Beşr Esed dike ku desthilatê veguhezîne cîgirê xwe û hikûmeteke netewî pêk bîne da ku amadekarîya hilbijartinên giştî bike.

Serokwezîrê Qatarê Hamad Bîn Casim El Thanî seroktîya komîteya Yekîtîya Ereb dike ku bi çavdêrîkirina rewşa wî welatî hate erkdar kirin.

Welatên Kandavê, di nav çend hefteyên dawîyê de bi awayekî xûrt piştevanîya maytekirineke navnetewî li Sûrîyê dikin, li vê demê ku hêzên Beşar Esed berdewam eciqandin û tepeserkirina xwe li ser xwenîşandêran didomînin

XS
SM
MD
LG