Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ereb Endamtîya Sûrîyê Ragirt


Yekîtîya Ereb Endamtîya Sûrîyê Ragirt

Endamên Yekîtîya Ereb bi piranîya dengan biryar da ku endamtîya Sûrîyê bicemidînin û roja Çarşemê toleyên aborî û sîyasî li ser wê deynin, eger ku Şam sozên xwe bicîh neyîne.

Wezîrê Derve yê Qatarê Hamîd Bîn Casim El Tahanî got, biryar hate dan jiber ku Sûrîyê plana aştî ya yekîtîyê bi tevahî û demûdest cîh neanî.

Dîplomatê Qatarî piştî kombûna yekîtîyê, roja Şemîyê li Qahîrê got, her yek ji endaman wê biryarê bide ku nûnerên xwe ji Şamê vekêşin yan ne.

Balyozê Sûrîyê li Yekîtîya Ereb, Yusif Ahmed biryara yekîtîyê red kir û wek biryareke neqanûnî û li dijî rêziknameya yekîtîyê nav kir.

Yusif got, ev biryar nîşaneyeke zelal e ku Yekîtîya Ereb di bin rojêveke Amerîkî û Rojavayî kar dike.

Opozîsyona Sûrî, rêxistinên mafên mirovan û raportên amator yên vîdyoyî nîşan didin ku tundî û tûjîya li Sûrîyê ji 2’yê Mijdarê vir ve xirabtir bûye.

Li gorî plana aştîyê, hikûmeta Sûrîyê soz dabû Yekîtîya Ereb ku ji kolanan vekêşe, dest bi dîyalogê bi opozîsyonê re bike, rê bide rojnamevan û çavdêran û her wiha, hemî girtîyên sîyasî azad bike.

Tê bawer kirin, tenê li nav hefteya borî, pirtir ji 100 kesan li Himusê hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG