Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ereb li Ser Sûrîyê Dicive


Xwenîşanderên Sûrî postereke Beşar Esed li ber Navenda Giştî ya Yekîtîya Ereb ya li Qahîreyê dişewtînin.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ereb îro li Qahîreyê kom dibin ku pîvanên xûrtir li dijî rejîma Sûrî gotûbêj bikin ku berdewam eciqandina xwe ya ser xwepêşanderan didomîne.

Wezîrên pişikdar dibêjin, di rojêva îro de firehkirina toleyên aborî li dijî Şamê û qedexeya rêwîtîyê li dijî karbidestên Sûrî jî cîh bigirin.

Reng e wezîrên derve yên Yekîtîya Ereb li ser pêşnîyara Wezîrê Derve yê Fransayê Alain Juppe jî biaxifin ku daxwaza avakirina herêmeke ewle li Sûrîyê û şandina çavdêrên navnetewî jibo ewlehîya sîvîlan li wî welatî dike.

Yekîtîya Ereb endamtîya Sûrîyê berî du hefteyan ragirtibû, bi sedema ku Serokê Sûrî Beşar Esed soza xwe ya rawestandina tundî û tûjîyê û vekêşana hêzên ewlekarîyê ji bajarên mezin cîh neanîbû.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin. Lê, Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG