Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE ji Hîndistanê Dixwaze ku Îranê Bîne Danûstandinên Navokî


Serokwezîrê Hîndistanê Manmohan Singh bi Serokwezîrê Japonyayê Yoshihiko Noda re ye.
Serokwezîrê Hîndistanê Manmohan Singh bi Serokwezîrê Japonyayê Yoshihiko Noda re ye.

Yekîtîya Ewropa daxwaz ji Hîndistan’ê kir ku bandora xwe ya ser Îranê kar bîne û Tehran careke din bîne danûstandinên navokî.

Serokê Konseya Ewropî Herman Van Rompuy, di Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa û Hîndistan’ê de xema xwe ya ser daxwazên navokî ya Îranê dîyar kir. Rojava ditirse ku Îran bombeyeke navokî çêdike.

Serokwezîrê Hîndistanê Manmohan Singh ser banga Yekîtîya Ewrupa’yê ti şîrove nekir, lê wî pênasînê kir ku hîn “arîşe” li ser bernameya navokî ya Îranê hene.

Hîndistan’ê got, ew dixwaze têkîlîyên xwe bi Îranê xûrtir bike û jibo vê armancê şandeyeke karsazî roja Pêncşemê diherin Tehran’ê.

XS
SM
MD
LG