Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Kirîna Neftê Îranê Qedexe Dike


Di vê wêneya satelaytî de kargehên veşartî yên navokî yên Îranê xuya dibin. Qum, Îran.

Yekîtîya Ewrupayê kirîna neftê Îranê qedexe kir û mulk û hebûna banqa navendî ya wî welatî cemidand. Yekîtîya Ewrupayê ew biryar da, wekî beşek ji kempeyna Rojavayê ya zêdekirina giwaştinên ser Îranê ku bernameya xwe ya navokî rawestîne.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupayê, îro li kombûna Brukselê geheştin vê biryarê. Ew qayil bûn ku kontratên endamên Yekîtîya Ewrupayê jibo kirîna nefta Îraqnê heta 1’ê Tîrmehê karîger bimînin. Pêwîst e endamên Yekîtîya Ewrupayê, heta wê demê rêkên nû jibo kirîna neftê peyda bikin.

27 endamên Yekîtîya Ewrupayê biryar dabûn ku veguharîna zêr û metalên din yên nirxdar ligel Îranê rawestînin. Hêzên Rojava Îranê tawanbar dikin ku hewla afirandina çekên navokî dide, lê Îran vê îdayê înkar dike.

XS
SM
MD
LG