Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa jiber Xwepêşandanên Dawîya Hefteyê Tedbîrên Ewlekarî Xurt Dike


Fransa bo protestoyên êlegzeran yên dê di dawîya hefteyê de li dar kevin, tedbîrên ewlekarîyê zêde dike.

Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe dîyar kir ku dê di dawîya hefteyê li seranserê welatê wan 89,000 polîs li ser kar bin û da zanîn ku li Parîs ya paytaxt jî 8000 kes bo ewlekarîyê hatine erkdar kirin.

Li Parîsê dê 10 wesayîtên leşkerî jî bo pêşî li tundûtûjîye were girtin, bê karanîn.

Jiber tedbîrên ewlekarîyê li Parîsê dê Muzeya Louvre, Baxçeya Tuileries û Eiffel girtî be. Şeş maçên lîga futbolê ya Fransa hatin taloq kirin.

Protestoyên êlegzeran yên dijî buhabûna benzînê di 17’ê Mijdarê de destpê kirin.

Di xwepêşandanan de 4 kes hatin kuştin û pirtirê 200 kesên din jî birîndar bûn.

Jiber protestoyan hikûmeta Fransa buhakirina benzînê rawestandibû.

XS
SM
MD
LG