Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeka de li Yemenê 15 Çekdarên Ser bi El Qayde Hatine Kuştin


Karbidestên artêşa Yemenê dibêjin ku bi sedema êrîşeka esmanî roja Çarşemê 15 çekdarên ser bi El Qayde hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ku armanca wê êrîşa roja Çarşemê, kampeka çekdaran bû li bakurê bajarê Car li herêma Abyan.

Li roja Duşemê jî, 17 çekdarên El Qayde ji layê hêzên artêşa Yemenî û çekdarên li dijî El Qayde ve hatine kuştin. Du kesên sivîl û efserekê leşkerî jî di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG