Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Saudî: Kuştin 14 Sivîlan Li Yemenê Şaşiyeke Tennîkî bû


Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî, ku li Yemenê şerê serhildêran dike, dibêje êrîşa esmanî ya ku di encamê de 14 sivîl hatibûn kuştin, di nav de 8 endamên malekê bûn, ew “şaşiyeke teknîkî” bû.

Peyvdarê Koalisyonê Kolonêl Turkî el-Malikî di daxuyaniyekê de got bumbebarana roja Înê li paytexta Yemenê Senaa, ew bê mebest bû.

Wî di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê de, xemgîniya xwe ya kûr ji bo qurbaniyan derbirî û got armanca pilankirî ya êrîşê ew girêdayî serhildêrên Hosî bû ku paytextê kontrol dikin.

Bumbebarana taxa Fag Attan, li avahiyeke sêqat xist ku bi kêmanî sê malbat tê de dijiyan.

Ev êrîş hat çend rojan piştî êrîşeke din a esmanî li ser otêlekê li bajarokê Arhab ê bakurê Senaa ku di encamê de 41 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG