Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Yemenî: Hêzên Hikûmetê Kampeka Leşkerî ya Cudaxwazan Kontrol Kir

In this Friday Aug. 9, 2019 frame grab from video, Southern Transitional Council separatist fighters line up to storm the presidential palace in the southern port city of Aden, Yemen. The separatists backed by the United Arab Emirates began withdrawing Su

Berpirsên leşkerî yên Yemenê dibêjin hêzên alîgirên hikûmeta ku civaka navnetewî pênasînê pê dike, destên xwe dan ser kampeke leşkerî ya cudaxwazên ku welatê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî piştgiriya wan dike.

Ew dibêjin hêzên hikûmetê îro Şemiyê kampa mîlîtanên hêzên el-Nuxbe li rojavayê bajarê Ataq ê parêzgeha Şebwa kontrol kir.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Kontrolkirina kampê tê rojekê piştî ku hêzên hikûmetê cudaxwaz derxistin derveyî Ataq.

Hêzên el-Nuxbe ku Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî rahênana wan dike, ew beşeke ji Civata Veguhêz a Başûr, ku demekê berê vê mehê dest bi êrîşan kir ji bo kontrolkirina herêmên başûr û derxistina hêzên hikûmetê ji wir, di nav de jî bajarê Eden û parêzgeha Abyen.

XS
SM
MD
LG