Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Şer di Nava Tevgera Cudaxwaz a Sereke ya Yemenê de Du Kesan Dikuje


Çavkanîyên ewlekarîyê li Yemenê îro Pênşemê got ku pevçûn di nava tevgera cudaxwaz ya başûrê welêt de li bajarê Adenê bûn û di encamê de du çekdar hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn, di nav de sivîl jî hebûn.

Aden bingeha demkî ya hikûmeta Yemenî ye ku Saudî piştgirîya wê dike, û girjî li wir di navbera hikûmetê û Civata Veguhêz a Başûr de derketine pêş li dor kontrolkirina bajêr û navçeyên başûr.

Tevgera Hosîyan piranîya bakurê welêt kontrol dike.

Şeva borî teqe li navçeya Şêx Osman a Adenê hatin bihîstin, li gor rûniştvanên bajêr ku ji ajansa Reutersê re got. Agir bi avahîyeyka wezareta perwerdeyê li navçeyê ket.

Çavkanîyan got şerê ku du demjimêran dirêj kirî, rû da dema grûpekê xwest grûpeka din li ser rêbendekê bêçek bike.

Girteyên vîdyo, ku li ser medya civakî hatibûn belavkirin, hin çekdar li gel çekên AK-47 nîşan dan çawa li nava cadeyên qerebalix direvin. Ajansa Reuters nikaribû rasteqînîya vîdyoyayan piştrast bike.

Civata Veguhêz a Başûr û hikûmeta ku pênasîna navnetewî werdigre, bi nav hevalbend in di nava koalisyonê de û ew li ser erdê hin caran rûbirûyî hev bûne. Erebistana Saudî di sala 2019an de, navberiya rêkeftineke dabeşkirina desthilatê di navbera wan de kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG