Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Yemenê Dibêjin Topbarana Serhildêran 13 Sivîl Kuştin


Berpirsên ewlekariya Yemenê dibêjin topbarana serhildêrên Hosî li parêzgehên Hodeida û Taiz herî kêm 13 sivîl kuştin ku di nav de jin û zarok jî hebûn.

Berpirsan roja Şemiyê got êrîşan di 24 demjimêrên borî de herî kêm 11 kes li bajarê Hodeida kuştin ku jê 6 kes ji malbatekê bûn.

Ew dibêjin du zarokên din derengî roja înê li navçeya Salih a parêzgeha Taiz hatin kuştin.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Şerê Yemenê, ku tê de serhildêrên Hosî bi piştgiriya Îranê û hikûmeta ku civaka navnetewî pênasînê pê dike, li dijî hev in, bûye sedema kuştina dehan hezar kes û jiyana milyonan kes rastî birçbûnê kiriye.

XS
SM
MD
LG