Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Yemenê ji Artêşê Amadebaşiyê Dixwaze


Serokê Yemenê îro Yekşemê ji artêşê xwest ku xwe amade bike ji bo şer, piştî rojekê ji êrîşeka hêzên Hosî yên girêdayî Îranê li dijî kampeka rahênanê ya hêzên hikûmetê li bajarê Maribê ku di encamê de 79 kes hatin kuştin, li gor serok.

Du çavkaniyên saxlemiyê got ku êrîşê mizgefteke kampê kir armanc di demekê de ku xelk ji bo nimêjê lê kombibûn.

Serok Ebd Rabbo Mensûr Hadî di daxuyaniyeka ku ajansa dewletê ya nûçeyan SABA belavkiribû de got ev êrîş ”bê guman diyar dike ku Hosî aştiyê naxwazin.”

Serokê ku niha li Erebistana Saudî ye, got divê artêş, piştî vê êrîşê di huşdariyeke bilind de be.

Hosiyên ku dibêjin ew ne girêdayî Îranê ne û şerê sîstemeke gendel dikine, rasterast berpirsiyariya êrîşa doh Şemiyê neda ser milê xwe.

Di encama êrîşê de 79 kes hatin kuştin û 81 ên dinh birîndar bûn, li gor daxuyaniyeke leşkerî ku ji aliyê hêzên alîgirên serok ve li ser Twîtir hatibû belvkirin.

XS
SM
MD
LG