Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsî Dibêjin Amerîka Û Brîtanyayê Bendera Yemenê Dikin Armanc


Bendera Hodeidah ya Yemenê (Arşîf)
Bendera Hodeidah ya Yemenê (Arşîf)

Televîzyona El-Masîra ya Hûsiyan roja Şemiyê got ku Amerîka û Brîtanyayê du êrîşên esmanî pêk anîn ku bendera Ras Îssa, bendera sereke ya hinardekirina niftê ya Yemenê kir armanc.

Agahiyên zêdetir tavilê nehatin bidestxistin.

Êrîşên esmanî tên di demekê de ku serhildayên Hûsî yên Yemenê li Deryaya Sor êrîşên xwe li ser keştiyan zêde kirine, di nav de jî êrîşeke ku roja Înê agir bi tankereke sotemeniyê xist.

Tankera Marlin Luanda, ku li ser navê kompaniya bazirganiyê Trafigura kar dikir, ziyan dît, lê ti kes birîndar nebû û keştiyeke Hêza Deryayî ya Amerîkî alîkariya wê kir, Artêşa Amerîkî got.

Piştî nêzîkî heşt demjimêran, artêşa Amerîkî mûşekeke Hûsiyan a dijî gemiyan, ku ber bi Deryaya Sor ve hatibû arastekirin û amade bû ji bo avêtinê, têk bir, Fermandariya Navendî di postekê de li ser Xê got.

Çekdarên Hûsî yên ku Îran piştgiriya wan dike, ji 19ê Mijdarê ve bi pêlên dronên teqîner û mûşekan keştiyan dikin armanc, wek bersivdana operasyonên leşkerî yên Îsraîl li Gazayê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG