Zêdetirî bi dehan ajansên Netewêyên Yekbûyî û komên alîkariyê yên navneteweyî roja Duşemê gotin ku 161,000 kes li Yemenê di nav şer de dibe ku di nivîya sala 2022-an de bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin - ku pênc qat zêdebûn ji rêjeya heyî.
Hişyarî di raportekê de ji hêla Dezgeha Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî, wekî IPC te zanîn, hat wešandin. Raport berîya konferansek salane ya berhevkirina pera da hat parve kirin, ku Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê mêvandariya wê dike. IPC hevkariyek cîhanî ye û ji 15 ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên ku li Yemenê dixebitin pek te û ji hêla Yekîtiya Ewropa, USAID û UKAID ve têne fînanse kirin. Ew ewlehiya xwarinê li herêmên pevçûnan dişopîne.
Rapor balê dikişîne ser rewşa xirab ya welatê herî hejar ya Ereb ku di sala 2014an de ket nav şerê navxweyî, dema ku serhildayên Hûsî yên Yemenê ku Îran piştgirîya wan dike, paytext Sana, û piraniya bakurê welat kontrol kirin, û hikûmat neçar kir ku ber bi başûr ve bireve u paše ji li Erabistana Saudi.
Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Saudi di Adara 2015'an de ket şer, wê demê ji aliyê Amerîkayê ve hat piştgirîkirin, di hewlekê de ji bo vegerandina hikûmeta naskirî ya navneteweyî li ser desthilatdariyê. Şer bi giranî têk çûye û bûye sedema yek ji xirabtirîn qeyranên mirovahî yên cîhanê.