Medyaya ser bi Hûsiyan roja Yekşemê got ku şandên Erebistana Siûdî û Omanî gihîştin Sanaaya paytexta Yemenê, da ku bi karbidestên Hûsî re li ser agirbesteke mayînde danûstandinan bikin û tevlîbûna leşkerî ya Riyadê di şerê demdirêj ê welêt de bidawî bînin.
Serdan pêşkeftinê di şêwirên bi navbeynkariya Omanê de di navbera Riyad û Sanaa de nîşan dide, ku hevdem ligel hewildanên aştiyê yên NY dimeşin.
Hewldanên aştiyê dibin piştî ku hevrikên kevnar Erebistana Siûdî û Îranê di peymanekê de bi navbeynkariya Çînê, li hev kirin ku pêwendiyan ji nû ve saz bikin.
Ajansa nûçeyan a Hûsiyan SABA ragihand ku şand derengî roja Şemiyê gihiştin û dê bi serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hûsiyan Mehdî El-Meşat re bicivin, da ku gotûbêjan li ser bidawîkirina dijminatiyan û rakirina "astengkirina" bi pêşengiya Erebistana Siûdî li ser benderên Yemenê bikin.
Çavkaniyan ji Reutersê re ragihandine ku danûstandinên Saudî û Hûsiyan li ser vekirina tam a benderên di bin kontrola Hûsiyan û firokxaneya Sanaa de, dayîna mûçeyên karmendan, xebatên nûveavakirinê û dema derketina hêzên biyanî ji welêt têne kirin.
Şerê Yemenê weke yek ji çend şerên wekaletê di navbera Îran û Erebistana Saudî de tê dîtin. Hûsiyên ku bi Îranê re hevalbend in, di dawiya sala 2014an de hikûmeteke ku Erebistana Siûdî piştgiriya wê dike ji Sanayê derxistin, bakurê Yemenê kontirol kir, û got ku ew li dijî sîstemeke gendel û êrîşkariya biyanî radibin.
Ew ji sala 2015an ve li dijî hevalbendiya serbazî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî şer dikin di şerekî de ku bi deh hezaran kes hatine kuştin û 80% ji xelkê Yemenê girêdayî alîkariyên mirovî ne.
Karbidestekî Hûsî roja Şemîyê got ku girûpê 13 girtîyên ku Erebistana Siûdî serbest berdan qebûl kirin li beramber girtiyekî Siûdî de ku berê serbest hatibû berdan, berî pevguhertina girtiyan a berfireh ku ji hêla aliyên şer ve li hev kirin.
Di hevdîtinên li Swîsreyê yên meha borî de ku Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî beşdar bûn, hikûmeta Yemenê û Hûsiyan li hev kirin ku 887 girtiyan azad bikin.
Berpirsê Hûsî Ebdulqader el-Mortada got ku 13 girtî beşek in ji wê rêkeftinê.
Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Siûdî bersiv nedaye daxwazên Reuters ji bo şîroveya li ser pevguhertina girtiyan û şandeya ku serdana Sanaayê dike.
Çavkanî: Reuters