Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yemen: Rêberê El Qaydê li Nîvgirava Erebî El Şîhrî Mir


Saîd El Şîhrî
Saîd El Şîhrî
Yemen dibêje, hemwelatîyekî Erebistana Saudî ku ji alîyê karbidestên Amerîkî ve ji girtîgeheke Guantanamo Bay ya li Kuba’yê hatibû berdan û dû re bibû jimarê duyê yê El Qayde’yê li Nîvgirava Erebî mirîye.

Daxuyanîya hikûmeta Yemenê ku roja Pêncşemê hatibû weşandin dibêje, Saîd El Şîhrî jiber birînên xwe yên di encama operasyonek dij-terorê ya li meha 11 Mijdarê de hate kuştin.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Yemenê got, El Şîhrî ji wê demê heta niha di rewşeke pir xeter de bû.

Ne ajansa dewletê, ne jî daxuyanîya Komîteya Bilind ya Ewlekarîya Netewî ti hurgilîyên ser mirina El Şîhrî nedan, le rojnameya Ukaz ya Erebistana Saudî radigihîne ku Saîd El Şîhrî li dawîya meha çûyî mirîye.

Hikûmeta Yemenê berê jî eşkere kiribû ku Saîd El Şîhrî di êrîşa firokên bêmirov ya 10ê Îlonê de hatîye kuştin, lê testên DNA derxistibû holê ku term yê kesekî din bûye.

Çend hefte piştî wê, Saîd El Şîhrî bi rêya malpereke terorîstî, bi dengê xwe ragihandibû ku nûçeyên ser mirina wî ne rast in.
XS
SM
MD
LG