Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 30 Kes li Yemenê Hatin Kuştin


Karbidestên ewlekarîyê li Yemenê dibêjin, di encama peqîna bombeyeke de li dervayê akademîyeke leşkerî herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Karbidest herwiha didine zanîn ku di peqînê de 40 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn îro Çarşemê li bajarê Sana qewimî dema şenîyeke mezin li ber avahî civayabû.

Demûdest kesek berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirt.

XS
SM
MD
LG